Çapemeniya Îsraîlê îdia kir ku Trump ji bo rawestandina êrîşan planeke 15 bendî pêşniyarî Îranê kiriye
Istanbul
Hat îdiakirin ku Serokê DYAyê Donald Trump ji bo dawîlêanîna êrîşên dijî Îranê pêşniyara planeke 15 bendî kiriye û ji bo danûstanan jî agirbesteke berwext a bi qasî mehekê pêşniyar kiriye.
Di nuçeya Kanal 12ya televizyona Îsraîlê da ku çavkanî weke Îsraîliyên ku navên wan neda nîşan da, hat îdiakirin ku DYAyê ji bo dawîlêanîna girjiya bi Îranê ra planeke 15 bendî amade dike.
Hat îdiakirin ku ew plana 15 bendî ya navborî bi navgîniya Pakistanê bi Tehranê hatiye ragihandin û herwiha DYA ji bo lidarxistina danûstanan plan dike agirbesteke bi maweya mehekê rabigihîne.
Di nuçeyê da herwiha bendên plana îdiakirî ya bidawîanîna êrîşên li dijî Îranê jî cih girtin.
Li gorî agahiyan, plan xalên weke bidawîanîna qebareya nukleerî ya Îranê, Tehran peymanê bide ku li dû çekên nukleerî nebe, û ji kar derxistina tesîsên nukleerî yên Îsfahan, Natanz û Fordo dihewîne.
Her wiha hate îdîakirin ku ji Îranê tê xwestin ku dewlemendkirina uranyûmê di hundurê welêt da rawestîne û uranyûma xwe ya dewlemendkirî ya ji sedî 60 radestî Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî bike.
Li gorî îdiayan, şert ev in: Vekirina Tengava Hurmuzê ji bo hatûçûna keştîyan, sînordarkirina menzîl û mîqdara bernameya mûşekî ya Îranê, û rawestandina piştgiriya Tehranê ji bo "hêzên wekîl" li herêmê.
Di berdêla vê da, soz tê dayîn ku mueyyideyên li ser Îranê bên rakirin.
Çavkaniyên Îsraîlî destnîşan dikin, dibe ku qebûlkirina pêşniyarê bê dilî Îranê be.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
