Dinya

Îran: Bi Amerîkayê ra mizakere çênebû

Serokê Meclisa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf û Berdevkê Wezareta Karên Derva Îsmaîl Beqayî li ser axaftina Serokê Amerîkayê Donald Trump a ku got bi Îranê ra mizakere hatiye kirin, daxuyandin ku "bi Amerîkayê ra mizakere çênebû."

Haydar Şahin  | 23.03.2026 - Rojanekırın : 23.03.2026
Îran: Bi Amerîkayê ra mizakere çênebû

Arbil

Serokê Meclisa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf û Berdevkê Wezareta Karên Derva Îsmaîl Beqayî li ser axaftina Serokê Amerîkayê Donald Trump a ku got bi Îranê ra mizakere hatiye kirin, daxuyandin ku "bi Amerîkayê ra mizakere çênebû."

Qalîbaf li ser medyaya civakî Xê ya ku navenda wê Amerîka ye bertek nîşanî daxuyaniya Trump ya anî ziman ku bi Îranê ra mizakere çêbûye, da.

Serokê Meclisa Îranê wiha got: "Gelê Îranê dixwaze êrîşkar bi tevahî û bi awayekî ku ew poşman bibin, werin cezakirin. Hemû rayedarên Îranî heta ku bigîhêjin vê armancê, wê li pişt rêber û gelê xwe tîk bisekinin."

Qalîbaf diyar kir ku daxuyaniyên Trump rastiyê nîşan nadin û wiha dewam kir: "Bi Amerîkayê ra tu mizakere çênebû. Nûçeyên nerast ji bo manîpulekirina bazarên aborî û neftê û derxistina Amerîka û Îsraîlê ya ji wê avzêla ku ew tê da asê mane tên bikaranîn."

Ji hêla din li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê, Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Îranê Îsmaîl Beqayî diyar kir ku bi rêya navbeynkaran bi Amerîkayê ra danûstanda peyaman çêbû, lê paşê tu mizakere çênebû.

Beqayî wiha got: "Me peyamên Amerîkayê yên ji bo mizakereyên seba bidawîanîna şer ên ku bi rêya hin welatên dost va şandin hildan. Li gorî helwesta welêt, bersivên guncaw hatin dayîn. Di bersiva me da, me hişyariyên pêwîst ên li ser encamên giran ên her cure êrîşên dijî binesaziya girîng a Îranê dan."

Beqayî daxuyand ji Amerîkayê ra hatiye ragihandin ku her êrîşeke li ser binesaziya vejenê ya Îranê wê bi "bersiveke eşkere, bilez û bibandor" ra rû bi rû bimîne û wiha got: "Ji destpêka şer û vir va bi Amerîkayê ra tu mizakere çênebû. Şertên Îranê yên ji bo bidawîanîna şer û helwesta wê ya der barê Tengava Hurmuzê da qet neguherî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın