Di du êrîşên Amerîka-Îsraîlê yên dijî bajarê Tebrîzê yê Îranê da 6 kes hatin kuştin
Ankara
Hat ragihandin, duh bi şev di du êrîşên Amerîka-Îsraîlê yên dijî cih û warên sivîlên li bajarê Tebrîzê yê eyaleta Azerbeycana Rojhilat a Îranê da 6 kes hatin kuştin.
Li gorî nûçeya ku ajansa nîvfermî ya Îranê Ajansa Nûçeyan a Farsê spart daxuyaniya Walîtiya Azerbeycana Rojhilat, li herêma Nasrê ya Tebrîzê di êrîşa dijî avahiyeke sivîl da 4 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku di êrîşa dijî herêma Rabê Reşîdî ya li rojhilatê bakurê Tebrîzê da jî 2 kes hatin kuştin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
