Muhammet Kurşun
15 Gulan 2017•Rojanekirin: 16 Gulan 2017
DIHOK
Qeymeqamê Şengalê Mehma Xelîl, diyar kir ku hatina Heşda Şebî ber bi Şengalê ve ku ji milîsên şiî pêk tê binpêkirina peymana Hewlêr û Bexdayê ye û ew vê yekê qebûl nakin.
Xelîl, li ser hatina Heşda Şebî ber bi Şengalê ve daxuyanî da malpera resmî ya PDKyê û ragihand ku ji xeynî Pêşmerge tu hêzeke din nikare li Şengalê bi cih bibe û xelkê herêmê jî bi awayî bi vê razî nabin.
Qeymeqamê Şengalê der barê mijarê de wiha nirxandin kir:
"Li gor peymanê Heşda Şebî nikare were herêmên me. Lewra hêza Pêşmerge li wê derê ye û deverên di destê DEAŞê de mane jî ewê rizgar bike. Loma hatina Heşda Şebî ber bi sînorê Til Benat û Til Qeseb li dijî peymana Hewlêr û Bexdayê ye."
Behsa wê yekê jî kir ku xelkê Şengalê tenê bi Pêşmerge razî ye û qebûl nake ku hêzeke din were.
Xelîl daxwaz ji berpirsên Herêma Kurdistanê kir ku rê nedin Heşda Şebî zêdetir pêşde here û bicî bibe.
Herwiha Qasim Dirboyê ku fermandeyekî Pêşmerge ye li sînorê Şengalê anî ziman ku ew 6 meh in xwe ji bo rizgarkirina deverên di destê DEAŞê de amade dikin.
Dirbo bal kişand ser wê yekê ku li gor peymanê dê Beac û Bilêc ku li başûrê Şengalê dikevin ji aliyê Heşda Şebî ve bihatana rizgarkirin, Pêşmerge jî navçeyên din ên mayî. Li gor qalkirina Dirbo, Heşda Şebî berê xwe daye deverên Pêşmerge û berevajî peymanê tevdigere.
Halê hazir 5 nîşîngeh û 10 gund di destê DEAŞê de mane ku Pêşmerge haziriyê dike wan rizgar bike.