15 Gulan 2017•Rojanekirin: 16 Gulan 2017
ÎDLIB/ANKARA
Li Şama paytextê Sûriyeyê nêzî 2 hezar û 300 sivîl û mixalifên leşkerî ku li taxên Kabûn û Tişrînê ji aliyê rejima Beşşar Esed va hatibûn dorpêçkirin, mecbûr man û koç kirin. Konvoya sivîl û leşkerên mixalif gihîşt Îdlibê.
Li gor agahiya ku ji nûçegihanê AAyê yê li Îdlibê hat hildan, qafîleya ku ji 47 otobêsan pêk tê, gihîşt Maaret Masrîna navçeya Îdlibê. Qafîle li navçeyê, navenda sitarbûnê ya Saedê hatin bicihkirin.
Qafîle ji nêzî 2 hezar û 300 kesan pêk tê û jê hezar û 500 mixalifên leşkerî, yên din jin û zarok in.
Li rojhilatê Şamê ji semtê Berzeyê jî tehliyekirin dest pê kiribû û dibe ku çend roj şûnda temam bibe.