Muhammet Kurşun
15 Gulan 2017•Rojanekirin: 16 Gulan 2017
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Nûnerê Taybet ê Serokê Emrîkayê Donald Trump ji bo şerê li dijî DEAŞê Brett McGurk pêşwazî kir.
Li gor daxuyaniya malpera resmî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê Barzanî û McGurk, şerê li dijî terorîstan ên li Mûsilê û qonaxa piştî nemana DEAŞê nirxandin.
McGurk behsa ehemmiyeta Herêma Kurdistanê û hêza Pêşmerge ji bo Emrîkayê kir û ragihand ku dê arîkariya Emrîkayê ji bo Pêşmerge berdewam be.
Di hevdîtinê de têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û pêvajoya siyasî ya Îraqê jî hatin nirxandin.
Di beşeke din a civînê de rewşa siyasî û ewlehiyê li Sûriyê û pêngav û planên ji bo têkşkandina DEAŞê li wê deverê hatin guftûgokirin.
Di civînê de Balyozê Emrîkayê li Bexdayê Douglas Silliman û Konsolosê Hewlêrê Ken Gross, Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Kerîm Sîncarî û Berpirsê Têkiliyên Derve Felah Mistefa jî amade bûn.