Dinya

Êrîşkarê 3yemîn ê li Walîtiya Hewlêrê jî hat berterefkirin

Li bajarê Hewlêrê ji hersê kesên ku bi çekan bi ser avahiya Walîtiyê da girtin yê 3yemîn jî hat berterefkirin, personelekî ku rehîn hatibû girtin jî hat xilaskirin.

Önder Beyter  | 23.07.2018 - Rojanekırın : 24.07.2018
Êrîşkarê 3yemîn ê li Walîtiya Hewlêrê jî hat berterefkirin

Arbil

HEWLÊR 

Li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Iraqê ji hersê kesên ku bi çekan bi ser avahiya Walîtiyê da girtin yê 3yemîn jî hat berterefkirin, personelekî ku rehîn hatibû girtin jî hat xilaskirin.

Peyamnêrê AAyê ku li ciyê bûyerê ye, diyar kir ji hersê kesên ku avêtin ser avahiya Walîtiyê, jê kesê 3yemîn jî hat kuştin.

Personelekî Walîtiyê ku hat destnîşankirin bi destê êrîşkaran rehîn hatiye girtin, ji aliyê hêzên ewlekariyê va hat xilaskirin.

Herwiha pevçûna li avahiya Walîtiyê bi dawî bû û hêzên ewlekariyê herêm hildan bin kontrolê.

Îro serê sibehê 3 kesan bi çekan êrîşî Walîtiya Hewlêrê kiribûn, êrîşkarekî bombeya li ser xwe teqandibû, yek jê jî ji aliyê hêzên ewlekariyê hatibû berterefkirin. Di bûyerê da polêsek jî birîndar bûbû.

Tê texmînkirin ku êrîş ji aliyê rêxistina terorê DEAŞê hatiye plankirin.

Rêxistina terorê DEAŞê di 19ê Mijdara 2014an da bi wesayîta bombebarkirî va li dijî Walîtiya Hewlêrê êrîşa xwekujiyê pêk anîbû û di bûyerê da 5 kes hatibûn kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.