Önder Beyter
25 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2018
HEWLÊR
Li bajarê Hewlêrê yê Iraqê li Bazara Lengê ku alav û hacetên xebitandî tên firotan, bi şev şewat derket û di encamê da bi sedan kargeh şewitîn bûn rijik.
Li gorî agahiyê, bi şev şewata ku ji ber sedemeke ku hê nehatiye tesbîtkirin dest pê kir, di maweyeke kurt da pekiya kargehên din û agir bi van kargehan jî girt.
Li ser hewara esnaf, gelek ekîbên agirkujiyê sewqî ciyê şewatê kirin. Lêbelê ji ber ku kuçe teng in, ekîbên agirkujiyê di midaxaleyê da pir zehmetî dikişînin û loma jî agir hê nehatiye kontrolkirin.
Hat destnîşankirin, ji ber şewatê ji nîvekî zêdetirê 3 hezar kargehên li bazarê şewitîn û bûn xwelî. Herwiha hat diyarkirin ku mirî û birîndar tunene.
Li Bazara Lengê ya li Hewlêrê bi piranî cilûbergên lixwekirî tên firotan.