Haydar Şahin
05 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2018
HEWLÊR
Li çiyayên Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) hebûna PKKya rêxistina terorê dibe asteng ku li herêmê xebatên turîstîk werin kirin.
Mazin Mihemed Seîdê Qaymeqamê Akreya navçeya Dihoka wîlayeta HKIyê li ser medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir ku hem gelê herêmê hem jî turîstên ji bajarên Iraqê tên herêmê ji ber kampên leşkerî yên PKKyê yên li çil û çiyan nikarin bigerin.
Qaymeqam Seîd destnîşan kir ku bi teyabetî kes nikare here herêmên li dora avê ne û dar lê zêde hene, kêmzêde ji sedî 40ê herêmên turîstîk ên Akreyê di destê rêxistina terorê da ye.
Seîd got ji ber ku rêxistin kampên xwe li nêzî navenda gundan ava dike gundî nikarin bi rihetî cotkariyê bikin, jiyana sivîl bi salan e hatiye ber tunebûnê ji ber vê jî hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê jî nikare xizmetê bibe vê herêmê.
Li gelek ciyên Iraqê havînê germahiya hewayê digihîje 50 pileyî ji ber vê jî welatî her sal ji bo hênikahiyê berê xwe didin herêmên çiya yên li bakurê welêt. Di vê heyamê da welatiyên ji Bexda, Besra û gelek ciyên din tên Dihok, Silêmanî û Hewlêra bajarên HKIyê.
- PKK 515 gundên li herêmê yên di nav çil û çiyan da di destê xwe da digre
PKKya rêxistina terorê ji sala 1990î vir da 515 gundên Dihok, Hewlêr û Silimaniyê hilda kontrola xwe.
Di salên 1990î da di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê ya di seroktiya Mesûd Barzaniyê Serokê HKIyê yê berê da û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistan a di seroktiya Cela Talabaniyê Serokomarê Iraqê yê berê da şer derketibû, rêxistinê ev şer wekî firsend dîtibû û piraniya van gundan hildabû kontrola xwe.
PDKyê di 16ê berfanbara 2015an da daxuyanî da bû û diyar kiribû ku 304 gundên Dihokê, 177 gundên Hewlêrê û 34 gundên Silêmaniyê bi tevahî 515 gund di dagiriya PKKyê da ne.