Cîgirseroka Koma HDPyê Pervîn Buldanê der heqê banga ji bo çekdanîna PKKyê de destnîşan kir ku ev ji bo aştiyê firsenda dawîn e.
Buldan li Îdirê di mitînga ku ji bo 8ê Adarê Roja Jinan a Dinyayê hat lidarxistin de axivî.
Buldanê destnîşan kir ku partiyên din dixwazin HDP di bin bendê de bimîne û wiha got: "Ez eşkere dibêjim, benda ji sedî 10ê ne mesele ye, em niha li derdora ji sedî 15yê ne. Partiyên din ditirsin, loma jî dixwazin serokê me yê giştî Selahattîn Demirtaş bê îtibar bikin."
Buldanê diyar kir ku di partiya me de her kes aştî û çareseriyê dixwaze û wiha dewam kir: "Niha AK Partî li ber pêvajoyê asteng e. Bulent Arinç bi gotinên xwe zirarê dide pêvajoyê."
Buldanê destnîşan kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo pergala serokatiyê 400 parlementerî dixwaze û wiha dewam kir: "AK Partî wê evqas parlementer dernexe û wê HDP ji sedî 15 ray bigire û herî kêm 100 parlementer derxe û bişîne parlementoyê."
- "Ev firsenda dawîn e"
Buldanê destnîşan kir ku pêvajoya mizakere û aştiyê dewam dike û got me di 28ê sibatê de civîneke girîng kir û wiha dewam kir: "Divê girîngiya vê civînê baş were fehmkirin û 10 xalên ku hatine eşkerekirin neyên manîpulekirin."
Buldanê diyar kir ku divê 10 xalên hatine eşkerekirin bên nîqaşkirin û wiha axivî: "Ez bangî rayedarên hikûmetê dikim, ev şensê dawîn e. Divê ev baş were emilandin. Divê demildest lijneya çavdêriyê were avakirin û herin bi Ocalan re biaxivin. Divê demildest mizakere dest pê bikin û li ser 10 xalan nîqaş bên kirin."