Mazin Majeed Asaad Baqal
15 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2018
ERBIL
Li Hewlêra Herêma Kurdistanê ji bo 15ê Tîrmehê merasima bibîranînê hat lidarxistin.

Merasima li Serkonsolosxaneya Hewlêrê hat kirin bi beşdariya Gotebêjê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, Wezîrê Navxweyî Kerîm Sincarî, Wezîrê Edaletê Sînan Çelekî, Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî û Serkonsolosê Tirkiyê Hakan Karaçay birêve çû.

Serkonsolos Hakan Karaçay di merasimê de axaftinek kir û got FETO heta îro li 160 welatî bicih bûye û bi hezaran şirket û mekteb ava krine û çalakiyên vê rêxistinê li Tirkiyê ji bo wan welatan jî hişyariyek e.

Sefîn Dizeyî jî piştî merasimê bo peyamnêrê AAyê diyar kir ku hewla derbeyê li dijî xelk, welat û hikûmeta meşrû hatiye kirin û wiha dewam kir:
"Me di wê gavê de bûyerên li Tirkiyê bi xemgînî temaşe kirin. Di encam de serkeftin ya millet bû. Millet rijiya sikakan û li dijî derbekaran sekinîn."
Alimê Dînî Seyyid Ehmed Penciwênî got ewî di esnayê hewla derbeyê de destkeftiyên milletê Tirkiyê parastiye.