Bekir Aydoğan
16 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2024
Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê bi moşekên balîstîk va êrîşî Hewlêrê kirin, 4 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Konseya Ewlehiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê şeva borî dora saet 23.30î Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê bi gelek moşekên balîstîk va êrîşî gelek cihên Hewlêrê yên ku sivîl lê dijîn, kir.
Di van êrîşan da 4 sivîl hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.
Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê der barê êrîşê da got wan bi moşekên balîstîk va êrîşî baregehên komên terorîst û sîxurên dijî Îranê yên li herêmê kiriye.
Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê daxuyand di êrîşan da 4 sivîl hatin kuştin û îdiayên ku ji bo van êrîşan hincet tên nîşandan jî derew in.
Şaxa Dijî Terorê ya Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê jî li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Ev hincet bêbingeh e û em qebûl nakin. Mixabin êrîşên dijî Hewlêrê her tim bi hincetên bêbingeh va tên kirin. Hewlêr wek cihekî aram ji bo tu aliyekî nebû çavkaniya metirsiyê."
Hat destnîşankirin ku ev êrîş bi eşkere binpêkirina desthilatiya Iraq û Herêma Kurdistanê ye û bang li hikûmeta navendî ya Iraqê û civaka navneteweyî hat kirin ku li hemberî vê ew bêdeng nemînin.