Hêzên koalisyonê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di nav 4 rojên dawîn de li Sûriye û Iraqê 55 caran ji hewayê êrîşî hedefên DÎŞIyê kirin.
Di daxuyaniya Fermandariya Hêzên Navend a DYAyê (CENTCOM) ya nivîskî de hat diyarkirin ku balafirên şer û balafirên bêmirov ên hêzên arteşa DYAyê, li Sûriyeyê di navbera 28ê mijdarê û 1ê berfanbarê de 27 caran ji hewayê êrîşî hedefên milîtanên DÎŞIyê kirin, di heman demê de li Iraqê jî balafirên DYAyê û yên hêzên kolasiyona hevpeyman, 28 caran ji hewayê êrîşî hedefên rêxistina DÎŞIyê kirin.
Di 17 êrîşên li dorberê Kobanêyê de 2 avahî, 3 tank, 3 pozîsyonên şer, wesayîteke leşkeran, 3 erebe û 2 rastên sewqiyatê hatin îmhekirin, 7 şaxên takîkê û avahiyeke ku DÎŞIyê zeft kiribû hatin teqandin. Di 9 êrîşên li dorberê Reqayê de garnîzona şer a elektronîk, garnîzona leşkeriyê û navendeke DÎŞIyê ya tevlihevkirina frekansan û 14 wesayîtên DÎŞIyê hatin teqandin. Di êrîşa li dorberê Helebê jî Koma Xorasanê di hedefê de bû.