Önder Beyter
03 Tebax 2020•Rojanekirin: 04 Tebax 2020
Li Sûriyeyê di êrîşên asîmanî yên rejima Beşar Esed û hevalbendê wî Rûsyayê yên dijî Herêma Kêmkirina Rageşiyê Îdlibê da 3 sivîl hatin kuştin, herî kêm 7 sivîl jî birîndar bûn.

Li gorî çavdêrxaneya balafiran a mixalifên eskerî, balafirên şer ên Rûsyayê li dijî cih û warên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê Îdlibê êrîşên asîmanî kirin.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Parastina Sivîlan a Îdlibê (Kumspî) hat wergirtin, di êrîşên asîmanî yên navborî da li bajarokê Binîşê 3 sivîl hatin kuştin, herî kêm 7 sivîl jî birîndar bûn.