Dinya, Koronavîrus

Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 215 kes mirin

Önder Beyter  | 03.08.2020 - Rojanekırın : 04.08.2020
Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 215 kes mirin

Ankara

 Li Îranê hejmara kesên ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin, 215 zêde bû û derket 17 hezar û 405an.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê di daxuyaniya xwe ya li ser têlevîzyona dewletê da diyar kir ku di 24 saetên dawîn da 215 kesên din jî mirin û 2 hezar û 598 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Lariyê got ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 17 hezar û 405an, ya pêketiyan jî derket 312 hezar û 35an.

Lariyê her wiha got ku ji nexweşên Kovîd-19ê jê rewşa 4 hezar û 109an giran e û heta niha 270 hezar û 228 nexweş jî baş bûn.

Berdevk Lariyê her wiha got ku li welêt heta niha 2 milyon û 534 hezar û 658 test hatin kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın