Fatma Sevinç Çetin Obuz
14 Tebax 2026•Rojanekirin: 14 Tebax 2026
Dawiya hefteyê li aliyên başûr û rojhilat ên welêt taviya baranê ya bi birqetav tê payîn.
Pisporê Texmîna Hewayê ya Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê Mehmet Ozdemîrcî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û der barê texmîna hewayê ya dawiya hefteyê tê payîn da nirxandin kirin.
Ozdemîrcî diyar kir ku sibê bi taybetî li başûr û rojhilatê welêt şilî tê payîn û got ku Rojhilat û Navîna Behra Reş, bakur û rojavayê Rojhilatê Anadoluyê, Rojhilatê Behra Spî, aliyên navîn ên Rojavayê Behra Spî û Egeya Navîn dê taviya bi navber û taviya bi birqetav bê dîtin.
Ozdemircî got ku "Tê payîn ku şilî li aliyên bakurê rojhilat ên welêt, li Rîze, Artvîn, Qers û Erdexanê cî bi cî gur be."
Ozdemîrcî got ku roja duşemê jî di serî da aliyên başûr û rojhilat ên welêt dê li gelek herêman şilî bibare.
Ozdemîrcî got ku germahiya hewayê hê jî li ser asta demsalê ye û di rojên pêş me da li aliyên bakur germahî dê kêm bibe û cî bi cî bikeve bin asta demsalê.
Ozdemircî da zanîn ku dawiya hefteyê li aliyên rojava dayê bayê gur jî rabe û got ku li Marmara û Bakurê Egeyê û Egeya Perav ji aliyê bakur û bakurê rojhilat va bayê gur tê payîn û bila welatî baldar bin.
- Rewşa hewayê ya li sê bajarên mezin
Ozdemîrcî destnîşan kir ku dawiya hefteyê li Stenbolê şilî nayê payîn û got ku hewa dê parçe û kêm ewrawî be, roja şemî û yekşemê bayê gur rabe û germahî jî dora 29-30 pileyê be.
Ozdemîrcî got ku li Îzmirê jî baran nayê payîn û hewa dê parçe û kêm ewrawî be, dawiya hefteyê dê cî bi cî bayê gur rabe û germahî dora 34-35 pileyan be.
Ozdemîrcî diyar kir ku li Enqereyê jî roja şemî û yekşemê şilî nayê payîn û hewa dê parçe û kêm ewrawî be, germahî dora 29-30 pileyê be û da zanîn ku li paytextê duşemê piştî nîvro taviya herêmî tê payîn û germahî dê dora 30 pileyê be.