Hikmet Temeş
14 Tebax 2026•Rojanekirin: 14 Tebax 2026
Li Hekariyê şewata ku li depoyekê derket bi midaxeleya ekîbên agirkujiyê hat vemirandin.
Li Kolana Mukaddes Akarê ya Taxa Bulakê di depoya li ba Bazara Gel a Şaredariyê ji ber sedemeke hê nayê zanîn şewat derket.
Li ser îxbara welatiyên şewat dîtin ekîbên îtfaiye û polêsan sewqî herêmê kirin.
Şewat berî ku belavî kargehên hawirdor bibe hat kontrolkirin û vemirandin, ji ber şewatê xisar çêbû.