Haydar Şahin
10 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2017
CHICAGO
58 kesên ku di êrîşa çekdarî ya li Las Vegasa bajarê DYAyê bi destê Stephen Paddockê welatiyê Amerîkayê hatibû kirin da miribûn li Chîcacoyê hatin bibîranîn.
Bi sedan kes beşdarî bernameya ku koma bi navê "Dayikên Chicacoyê" li Meydana Federal Plazayê li dar xist bûn.
Di bernameyê da ji bo kuştiyan dia hat kirin.
Bername car caran vegeriya protestoya li dijî çekdarbûnê û sloganên wek "Ji Çekan ra na", "Em yeke din jî naxwazin (êrîşeke çekdarî)" bilind kirin. Pankartên ku li ser "Sîlah ewlehiya min pêk naynin", "Em ji vê dev bernadin", "Terora civakî bi qanûnan nayê parastin" hatibûn nivîsandin di destê çalakvanan da hebûn.
Hat dîtin ku polêsan di seranserê bernameyê da tevdîrên ewlehiyê girtin.