Abdullah Tel
10 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2017
NEW YORK
Hat ragihandin li Kalîfornîaya eyaleta DYAyê ji ber agirê ku bi daristanê ket û dewam dike da heta niha 10 kes mirin.
Li bakurê Kalîfornîayê agirê ku bi daristanê ket û hêj belav dibe zirar da 500 xanî û kargehî. Ji ber şewatê herî kêm 20 hezar kes ji herêmê hatin tehliyekirin.
Ji ber şewatê li sê rêveberiyên herêmî rewşa acil hat îlankirin û Waliyê Kalîfornîayê Jerry Brown got ku li 5 herêmên din jî ji bo îlankirina rewşa acil îmze avêt.
Li 14 deverên eyaletê agir bi daristanê ket û heta niha Butte, Lake, Mendocîno, Napa, Nevada, Orange, Sonoma û Yuba wek herêmên rewşa acil lê heye hatin îlankirin.
Rayedarên agirkujiyê ragihandin ku şewat li qadeke bi qasî 100 hezar donimî bi tesîr bû û di nav deverên hatin tehliyekirin da herî kêm du nexweşxane jî hene.