23 Gulan 2016•Rojanekirin: 24 Gulan 2016
ÎSTANBÛL
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê got, "Em hemû li heman gerestêrkê dijîn. Her însan tenê xwediyê jiyanekî ye û wate, însan xwedan maf e ku jiyana xwe bidomîne û bi awayekî xwedanwate bijî. Seba vî jî dibê mirov firsendê bide wan kesan."
Merkelê di rûniştina vekirinê ya Zîrveya Mirovî ya Cihanî ya li Stenbolê da axivî û got ku mirov divê li ser hiqûqa mirovî ya navneteweyî û cîbicîkirina wê bisekine.
Merkelê destnîşan kir ku li Sûriye û gelek ciyên din ev hiqûq tê binpêkirin û ciyên mîna nexweşxaneyan ên ku gelek carî pêdiviya însanan pê çêdibe, timî tûşî êrîşan tên.
Merkelê bal kişand divê hevkarî bê kirin ku alîkariya mirovî bigehîje ciyên acîl û wiha xeberda:
"Ji xeynî vê divê alîkariya mirovî demildest bê kirin. Ne ku em ji karesatekî biçin karesateke din divê em vî bi awayekî sîstematîk pêk bînin. Pirî carî teahud tên dayîn, lê tukes van nayne cî. Em wekî Almanya dixwazin ku ev teahud bên cîbicîkirin. Neteweyên Yekbûyî dixwaze vê fonê derxe milyarek dolarî. Di vê mijarê da emê jî piştgiriya xwe zêde bikin."