Sevim Hatun
23 Mijdar 2017•Rojanekirin: 24 Mijdar 2017
HATAY
Li Yayladagiya navçeya Hatayê Hinit Birimuya 6 salî ku hevsalên wê li kuçeyê baz didin, dilîzin ev 2 sal in ji ber nexweşiyeke tamaran ne dikare xeber bide ne dikare bi tiştekî bigire ne jî dikare baz bide. Herwiha çavên Birimuya ku bi vê nexweşiya hê doxtoran sedema wî tespît nekiriye nabînin.
Malbata Birimu ya ji Sûriyeyê ku 3 zarokên wan hene tevî qîza xwe ya 6 salî Hinitê re li xaniyekî navçeyê dimîne.
Hinita ku ji ber ku hestiyên wê de pirsgirêk hebû birin hin nexweşxaneyên taybet ên li Stenbolê, lê belê doxtoran hinek tehlîl kirin lê sedema nexweşiya wê nehat tespîtkirin.
Hinita ku hevalên wê diçin dibistanê li mal di nav nivînan de ye.
Bera Birimuyê bavê Hinitayê got 2 sal berê qîza wî nikaribû li pê bisekine û wiha axivî:
"Tu derdekî qîza min tunebû, heta 4 saliya wê tu pirsgirêka wê tunebû. Lê niha ketiye nav nivînan. Rojbiroj rewşa wê xirabtir dibe. Qîza me li pêş çavên me dihele, tiştek ji destê me nayê. Niha nikare li ser linga jî bisekine. Çavên wê nabînin. Em çûn Stenbolê. Li wir ji me re gotin ev nexweşiyeke genetîk û tamara ye lê teşxîs nekirin. Çend vîtamîn pêşniyaz kirin."