ŞAM
Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê (SNHR), li herêmê 3 hezar û 399 kes jê qîz bi tevahî 10 hezar û 913 zarok di dawiya êrîşên hêzên Esed de mirin û ev komkujî hat piştrastkirin.
Di daxuyaniyê de bal kişandin li ser hejmara zarokên temenê wan di bin 10 salan de ye, yên di şer de hatin kuştin û hat diyarkirin ku ji zarokan 530 kes bi kêr û amûrên tûj hatine kuştin.
- Mirina biîşkencê
Hat daxuyandin ku ji 194 hezar girtiyên girtîgeha Sûriyê, temenê 9 hezar zarokan di bin 18 salan de ye û ji zarokan 79 kes jî di bin îşkencê de mirin. Li gor agahiyan hin zarokên qîz jî rastê destdirêjî û tundiyê hatine.
Herwiha li gor agahiyan ji sedî 88ê miriyan sîvîl in. Ji Şerê Cîhanê yê 2yemîn hetanî îro sîvîl wiha nehatine qetilkirin.
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku herî zêde zarok li bajarê Heleb, derdorên Şamê, Xûmûs û Îdlîbê hatin qetilkirin.