Dinya

YPG/PKKê zarok wek şervan bikaranîn

YPG/PKKya rêxistina terorê ku navê HSDê bikar tîne digel hemû bangewaziyên navneteweyî zarok wek şervan bikaranîn

22.10.2019 - Rojanekırın : 23.10.2019
YPG/PKKê zarok wek şervan bikaranîn

Ankara

YPG/PKKya rêxistina terorê digel bangewaziya saziyên civakî yên navneteweyî zarok wek şervan bikaranîn û sûcê şer kir.

Li gor agahiyên ji raporên Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan û Neteweyên Yekbûyî (NY) hat berhevkirin YPG/PKK ji sala 2013an vir va li Sûriyeyê zarokan wek şervanan bikarantîne û ji ber vê tevgerê jî sûcê şer dike.

Li gor rapora NYê YPG/PKK di sala 2016an da 46 zarokên ku wek şervan bikardianîn, di nav xwe da dihewand û ev reqem di sala 2017an da gihîşt 224an.

YPG/PKKê li Sûriyeyê 14 dibistan wek embara cebilxaneyê bikar anî û sala par zarokên şervan herî zêde di nav refên YPG/PKKya ku navê HSDê bikar tîne da cih girtin.

Li Sûriyeyê ji 806 zarokên wek şervan dihatin bikaranîn 313 yên wî di nav vê rêxistinê da bûn.

Ji zarokên wek şervan tên emilandin da sedî 40 keçik in ji sedî 20ên wan biçûk jî in û hêj nebûne 15 salî. Hat tespîtkirin ku 119 keçikên hêj zarok in di şer da cih girtine.

- Bangewaziyên Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan

Ji hêla din va di rapora ku Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan jî weşand da bangewazî hat kirin ku bila YPG/PKK demildest dev ji zarokan berde û wan wek şervanan bikarneyne. Bi taybetî hat bibîrxistin ku dema çek bidin destê zarokên emrê wan hêj nebûya 15 salî ew dibe sûcê şer.

Di sala 2014an da raporeke bi navê "Di bin Rêveberiya Kurd da: Li Sûriyeyê li Herêmên di bin Rêveberiya PYDê da binpêkirinên Mafan" hat weşandin. Di raporê da tevgerên PYDê yên li hemberî muxalifên wê, binçavkirinên kêfî, muameleya nexweş, revandinên kiryar nediyar û bûyerên kuştinê hatibûn tespîtkirin.

Di raporê da derketibû holê ku Şaxên Parastina Gel a baskê çekdarî ya teşkîlata polêsan a PYDê zarokan bikaratîne.

YPGê di sala 2013an da wed kiribû ku wê kesên di bin 18 saliyê da bin wê wek şervan hilnede nav xwe lê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan hin delîl bidest xist ku ew wead bi cih nayê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.