09 Hezîran 2018•Rojanekirin: 10 Hezîran 2018
EZAZ/ANKARA
YPG/PKKya rêxistina terorê ya ku li Tel Rifat û gundên derdorê dagir kiriye, malê hin sivîlan talan dike û agir berî xaniyên wan dide.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî yên li Tel Rifatê ne hilda terorîstên YPG/PKKyê li navenda Tel Rifat û gundên Mînag û Eyn Dakeyê agir berî hin xaniyên sivîlan dan.
Rêxistinê hin zeviyên ku li Tel Rifata ku ji sala 2016an vir va di bin dagirkeriya wê de ye hin firne û zeviyên genim û ceh lê ajotî bûn şewitand.
Hêzên rejîma Beşşar Esed ên ji navçeyên Nubul û Zehrayê hatin û komên terorîstên biyanî yên Îran piştgirê wan e jî di mijara talankirin û şewitandinê da alîkariya rêxistinê kirin.
Di dîmenên ji hewayê va hatine kişandin ku AAyê bidestxist da tê dîtin ku ji nav hin zeviyên li derdora Tel Rifatê dû radibe.
Tê dîtin ku zeviyên tê da bêderên sivîlan hene dişewitin.