Ekip
10 Hezîran 2018•Rojanekirin: 10 Hezîran 2018
HEWLÊR
Ajansa Anadoluyê (AA) dîmenên Çiyayê Qendîlê ya ku PKKya rêxistina terorê lê ye kişandin.
Çiyayê Qendîlê di navera Iraq û Îranê de li herêma tampon de cî digire û li wir hebûna PKKya rêxistina terorê bi qada ku lê posterê Abdullah Ocalanê serokê rêxistinê heye dest pê dike.
Terorîstên PKKyî yên naxwazin ku bibin hedefa balafirên bêmirov û balafirên şer ên Tirkan xwe li daristanê vedişêrin.
Li herêma girêdayî navçeya Çomanê ya Hewlêrê li qada nêzî 17 kîlometroyî dûrî sînora Îranê dagirkeriya PKKya rêxistina terorê destpê dike. Ji cihên dawîn ên ku hêzên pêşmergeyê lê bi cî bûne Çiyayê Qendîlê ya ku PKKyî lê ne tê dîtin.
Çavkaniyên herêmî yên li herêmê gotin ku balafirên şer ên Tirkiyeyê bi navberên diyar li Çiyayê Qendîlê cihên ku PKK lê ye bombebaran dike. Çavkaniyan diyar kirin ji ber ku eskerên Tirkiyeyê nêzî Çiyayê Qendîlê dibin PKK yî di nav rageşiyê de ne.
Milîtanên PKKya rêxistina terorê li aliyê Îranê yê Çiyayê Qendîlê jî hene. Li herêmê ji ber hebûna rêxistina terorê bi sedan gundên Iraqê bin dagirkeriyê de ye. Gundî nikarin ku biçin gundên xwe yên li herêmê, bax û baxçeyên xwe. Gundên Iraqê yên li sînorê Îran û Tirkiyeyê ji bo ajalvanî, baxçevanî û mêşvaniyê bi bêr û bereket in. Lê belê ji ber hebûna PKKya rêxistina terorê ev herêm ji aliyê ewlehiyê ve bipirsgirêk in.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê Sefîn Dîzayî diyar kiribû ku ji ber dagirkeriya PKKya rêxistina terorê ya li bakurê Iraqê herêm zirarê dibîne û gotibû ku "Ji ber hebûna PKKê nikarin ku xizmetê ji 300î zêdetir gundî re bibin."