Abdullah Tel
09 Hezîran 2018•Rojanekirin: 10 Hezîran 2018
ANKARA
Hat ragihandin, korsanên kompîterê yên Çînî daneyên ewlehiya pir hesas ji saziya ku bo Sîtola Amerîkayê dixebitî, dizîn.
Li gor nûçeya BBCyê korsanên kompîterê yên girêdayî hikûmeta Çînê ji xwe ra fîrmayeke ku bi saziya eskerî ya di qada pêşvebirina cebilxaneya binavê û tehtelbehriyê da lêkolînan dikir ra têkildar bû, wekî hedef hilbijartin.
Rayedarên Amerîkayî di daxuyaniya dan Washington Postê da gotin ku di nav daneyên hatine dizîn da plan û projeyên moşeka supersonîkê jî hene û CBS Newsê jî ragihand ku êrîşên korsanan di mehên rêbendan û sibatê da qewimîne.
Hat gotin ku Sîtola Amerîkayê tevlî Şaxa Jêpirsîna Federalê (FBI) der barê mijarê da bi hev ra lêpirsînê didomînin.
- Xebatkarê berê yê îstixbaratê hat girtin
Di vê navberê da xebatkarekî ku berê ji bo îstixbaratê xebitiye ji ber ku belgeyeke pir veşartî daye ajanekî Çînî hatiye girtin.
Wezareta Karên Dadê ya Amerîkayê ragihand ku cezayê Kevin Mallory 61 salî ku di çarçoveya Qanûna Cesûsiyê da sûcdar hat dîtin wê di 21ê îlonê da bê eşkerekirin û dibe ku cezayê heta bi hetayê lê bê birîn.