Haydar Şahin
06 Sibat 2019•Rojanekirin: 12 Sibat 2019
HEWLÊR
Xaniyên ji keviran hatine çêkirin ên li Hewremana bajaroka li sînorê Îran û Iraqê bi mîmariya xwe ya dîrokî balê dikişînin.
Hewremana li Sîneya bajarê Kurdistana eyaleta Îranê li sînor di nav çil û çiyayan da hatiye avakirin. Li bajarokê kêmzêde 700 xanî hene û xaniyên ji keviran hatine çêkirin li berpalê hatine rêzkirin. Rêza xaniyan balê dikişîne.
Derî û paceyên xaniyan bi piranî bi rengê hêşin û kesk hatine boyaxkirin û kesên xaniyan dibînin şaş û metel dimînin.
- Turîst eleqeyê nîşanî bajarokê didin
Xêncî xaniyan, hema bêje hemû mizgeft, xwendingeh û dikanên li Hewremanê li gor kevneşopiya bi sedan salan e dewam dike ji keviran hatine avakirin.
Xaniyên bi tebîetê ra bûne yek ji bo turîstên biyanî û xwecî rawestgeheke girîng e.
Xaniyên ji keviran ên li herêmê ji aliyekî va dîmenên xweşik derdixin holê û ji aliyê din va jî ji bo wênekêşan balê dikişînin.
Her sal di demsalên cuda da gelek ziyaretvan tên Hewremanê û bajarok ji çalakiyên çandî yên rengîn ra malxwedîtiyê dike.
- Ji darên guz û tûyan xetîlê didin nav dîwaran
Mesûd Hema Seîdê ji Hewremanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bajarok hetanî îro li gor rêça dîrokî hat parastin.
Seîd wiha axivî: "Hemû malên me yên li herêmê ji keviran hatine çêkirin. Ji bo dîwar saxlem bisekinin ji darên guz û tûyan xetîlê didin nav dîwaran."
Sedî got ku li herêmê çîmento û tiştên din bi kar naynin, xaniyan bi tenê ji keviran ava dikin, ev jî xaniyan havînê hênik dike zivistanê germ dike.
Seîd got ku turîst eleqeyê nîşanî xaniyên ji keviran hatine çêkirin didin û wiha pê da çû: "Dîwaran bi keviran datînin ji bo vê dîmenên xweşik derdikevin holê. Xanî zivistanê germ dibin û havînê jî hênik dibin. Xaniyên ji keviran tên avakirin bi salan zirarê nabînin û li ser piyan disekinin."