15 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2020
Wezîrê Herêma Kurdistana Iraqê yê Berpirsê Pêkhateyên Nijadî û Dînî Aydin Merûf diyar kir ku Şengal bi destê komên dereqanûnî tê birêvabirin û wiha got, "Ev yek ji hêla gelê Êzdî nayê qebûlkirin."
Wezîr Merûf di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da Peymana Şengalê ku di navbera Bexda û Hewlêrê da 9ê cotmehê hat îmzekirin û armanca wê ew e ku hebûna rêxistina terorê PKKyê ya li Şengala navçeya Mûsilê bi dawî bike, nirxand.
Merûf da bibîrxistin ku gava rêxistina terorê DEAŞê sala 2014an Şegal dagir kir, piraniya xelkê deverê neçar ma, malên xwe terikandin û koçî Duhok, Hewlêr, Silêmanî û bajarên din ên Iraqê kirin.
Merûf diyar kir ku wekî Wezareta Herêmê ya Berpirsê Pêkhateyên Nijadî û Dînî, ew ji nêz va rewşa Êzdiyên ku li kampan di şertên giran da dijîn, dişopînin.
"Peymana Şengalê dê bandoreke erênî li peywendiyên Bexda-Hewlêrê jî bike"
Merûf bal kişand ku peymana Şengalê zehf girîng e û wiha dewam kir, "Peymana Şengalê dê bandoreke erênî li peywendiyên Bexda-Hewlêrê bike. Berpirsiyariya Êzdî, Tirkmen, Xirîstiyan û komên mayîn ên nijadî yên li vê herêmê di stûyê hikûmeta Iraqê da ye."
Wezîrê Tirkmen nirxandina xwe wiha domand, "Şengal bi destê komên dereqanûnî tê birêvabirin. Ev yek ji hêla gelê Êzdî nayê qebûlkirin. Lewma jî gava Şengel asayî bibe, zêdeyî 100 hezar Êzdiyên li kampan dijîn dê vegerin malên xwe."
Merûf her wiha bal kişand, herêma ku ji ber şer û pevçûnan kavil bû, dê were avedanîkirin.
- "Soza wezaretê ya ku dan Tirkmenan nehat pêkanîn"
Merûf her wiha li ser rewşa Tirkmenên li Iraqê jî nirxandin kirin.
Merûf bal kişand ku Tirkmen unsûreke girîng a Iraqê ne û bal kişand ku li gorî Destûra Iraqê Tirkmen unsûrê sereke yê sêyemîn ê welêt in û her wiha li Herêma Kurdistanê jî yê duyemîn in.
Merûf wiha dewam kir:
"Tirkmenan mafên xwe yên siyasî timî bi aştiyane û bi rêya diyalogê xwestin biparêzin. Me wekî ku di Destûrê da hatiye destnîşankirin, ev mafên xwe ji hikûmeta Iraqê xwestin. Di kabîneya nû ya ku li Iraqê hat avakirin da mixabin sozê wezîrê Tirkmen nehat girtin. Gelekî girîng e, wezîrekî nûnerê Tirkmenan di kabîneyê da be. Tirkmen timî piştgiriya pêkvejiyanê dikin."