Haydar Şahin
15 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2020
Artêşa Lîbyayê diyar kir ku milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê welêt dîsa agirbest binpê kirin bi 4 fuzeyên grad (BM-21) va êrîşî yekîneyên artêşê kirin.
General Ebdilhadî Dirahê Berdevkê Daîreya Operasyonên hevpar a Sîrte û Cufrayê ya artêşa Lîbyayê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku milîsên Hefter bi fuzeyên grad va êrîşî hêzên li texma Buweyrat el-Hesuna li rojavayê Sîrteyê kirin.
Dirah diyar kir ku di êrîşan da tiştek bi tu kesî nehat.
- Binpêkirina pêncan
Fayîz Seracê Serokwezîrê Lîbyayê û Aqîle Salihê Serokê Meclisa Nûneran a Tobrukê ya mitefîqê siyasî ya Xelîfe Hefter di 21ê tebaxê da diyar kiribûn ku biryara agirbestê dan.
Ligel agirbestê hêzên Hefter pêşiyê di 27ê tebaxê da bi 12 fuzeyan êrîş kiribûn û ji wê rojê vir da 5 caran agibest binpê kirin. Çavkaniyên artêşê diyar kirin ku hetanî nika zayiat derneket.
Di çarçoveya agirbesta mayînde da dibê Sîrte û Cufra ji sîlahan werin safîkirin, eskerên peretî welêt terk bikin û bi Konseya Serokatiyê va herin hilbijartina giştî ya pîlan dikin di adara pêşiya me da were kirin.