06 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2016
ŞAM
Artêşa Sûrî bi minasebeta Cejna Remezanê li seranserê welat heta 72 seatan agirbest ragihand.
Li gorî nûçeyeke SANAya ajansa fermî ya Sûriyeyê, artêşa Sûrî bi minasebeta Cejna Remezanê ji îşev seat 01.00ê heta 8ê temûza 2016ê seat 00.00ê li seranserê welat agirbesteke 72 seatî ragihandiye.
Di nûçeyê da der barê mijarê agahiyeke berfireh nehatiye dayîn û heta nuha hêzên mixalifên ku li dijî rejimê şer dikin, der barê agirbestê da tu daxuyanî nedane.