Önder Beyter
27 Sibat 2020•Rojanekirin: 28 Sibat 2020
Rojnameya Washington Postê diyar kir ku hikûmetên Rojavayî di mijara şerê navxweyî yê Sûriyeyê da tiştekî nakin û li welêt rewş ber bi ciyekî trajîk diçe û wiha nivîsî, "Parêzvanê yekane yê bêçareyan Sûriyeyî, Tirkiye ye."
Sernivîsa îro ya rojnameyê li ser krîza însanî ya li Îdlibê rawestiya. Di nivîsê da hat balkişandin ku hikûmetên Rojavayî ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku dawiya wê naxuyê, kerixîne û herwiha ji ber cemserkêşiyên di mijarên xwe yên navxweyî da dêhna xwe nadin Sûriyeyê.
Di nivîsê da herwiha hat destnîşankirin ku li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY), ji berfanbarê vir va li Îdlibê 500 hezar jê zarok 900 hezar penaber ji êrîşên rejima Beşar Esed û Rûsyayê revîn ber sînorê Tirkiyeyê. Herwiha di nivîsê da hat ragihandin ku ev penaber di sir û sermayê da bêsitar mane.
Di sernivîsê da herwiha hat diyarkirin ku Rûsya û rejima Esed ji bo ku herêmên di destê mixalifan da ji wan bistîne, bi rengekî êrîşên asîmanî pêk tînin ku sivîl ji ber êrîşan birevin û wiha hat gotin, "Parêzvanê yekane yê bêçareyan li wê derê Tirkiye ye ku di hefteyên dawîn da bi hezaran esker, tank û topxane şandin herêmê. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan gefa wê yekê xwar ku heya dawiya vê hefteyê heger venekişe, ew ê dijî rejima Esed êrîşê bide destpêkirin."
Herwiha di nivîsê da hat gotin ku li Enqereyê hevdîtinên Tirkiye û Rûsan duh dest pê kirin û Serokomar Erdogan dixwaze navçeyeke aram dirust bike ku navenda Îdlibê jî dihewîne û 20 kîlomêtro kûr e.
Di sernivîsê da herwiha hat balkişandin ku Rûsyayê soza xwe ya kontrolkirina Esed neanî cih û wiha destnîşan kir, "Ji ber vê çendê jî Amerîka û welatên Ewropayê divê bilez, zextên berbiçav li Putîn bikin da ku êrîş bên rawestandin, agirbest pêk were û alîkariyên mirovî bigihîjin Îdlibê."