Dinya

Jimara kesên ku ji ber şewba Kovîd-19ê li Çînê mirin derket 2 hezar û 746an

Li Çînê di 24 saetên dawîn da di 433 kesên nû da vîrusa koronayê ya nû hat tesbîtkirin

İbrahim Atmaca  | 27.02.2020 - Rojanekırın : 28.02.2020
Jimara kesên ku ji ber şewba Kovîd-19ê li Çînê mirin derket 2 hezar û 746an

Beijing

Li Çînê jimara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin derket 2 hezar û 746an.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiyê, li welêt di 24 saetên dawîn da 29 kes ji ber şewbê mirin, di 433 kesên nû da vîrus hat tesbîtkirin.

26 kes li eyaleta Hubeyê mirin, li eyaletên Heylongciang, Haynanê û li Pekîna paytext jî her yekî kesek mir.

Bi van kesên dawîn va li welêt bi tevahî 2 hezar û 746 kes mirin, ji van 2 kes ji Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê ne. Jimara kesên ku vîrus kişiyanê jî derket 78 hezar û 497an.

Jimara kesên şik û guman li ser hene ku vîrus kişiyabin wan jî daket 2 hezar û 358 kesan, jimara kesên ku di binê mişahedeyê da ne jî daket 71 hezar û 572 kesan.

Kesên ku vîrus di wan da hat dîtin, qenc bûn û şandin malên wan jî derket 32 hezar û 495 kesan.

Li Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê jimara kesên ku vîrus kişiyanê derket 91an, li Herêma Îdarî ya Taybet a Makauyê jî ev jimar wek 10 kesan hat eşkerekirin.

Kovîd-19 cara ewil li Vuhana bajarê Hûbeya eyaleta Çînê di 12ê berfanbara 2019an da hatibû tesbîtkirin, di demeke kin da li bajar û welatên din belav bûbû. Tirkiye jî di nav da gelek welatan welatiyên xwe yên ku li vî bajarê Çînê mehsûr mane, texliye kiribûn.

Li ser vê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê "rewşa acil" îlan kiribû.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın