Haydar Şahin
27 Sibat 2020•Rojanekirin: 27 Sibat 2020
Erebistana Siûdî diyar kir ku ji ber koronavîrusa tîpa teze (Kovîd-19) ziyaretên umre û Mescîda Nebewî berwext da sekinandin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Erebistana Siûdî ya SPAya ajansa fermî weşan da hat destnîşankirin ku saziyên tenduristiyê yên pispor ên li welêt geşedanên li ser Kovîd-19ê ji nêz va teqîb dikin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ew ê piştgiriyê bidin hewla Rêxistina Tenduristiya Dinyayê û rêxistinên navneteweyî yên ji bo pêşîlêbirîna vê vîrusê û wiha hat gotin:"Li ser pêşniyaza otorîteyên tenduristiyê û di çarçoveya tevdîrên parastinê yên ji bo pêşîlêbirîna belavbûna vîrusê da ji bo demekê hatin û çûyîna Erebistana Siûdî ya ji bo umre û ziyareta Mescida Nebewî hat sekiandin."
Wekî mayîn di daxuyaniyê da hat gotin ku vîzeya tûrîstên tên Erebistana Siûdî, ziyareta welatên Konseya Hevkariya Kendavê û bikaranîna nasnameya neteweyî hat sekinandin.
Kovîd-19a li Vuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê li dinyayê di nav 80 hezar kesî da belav bû.
Ji ber vîrusê hetanî nika ji 2 hezar û 700î zêdetir kes mirin.