Hemin Hüseyin
20 Sibat 2017•Rojanekirin: 20 Sibat 2017
HEWLÊR
Xelkê navenda Mûsilê bi destpêkirina operasyonê re malên xwe terk kiribûn û li deverên ewle bicih bibûn. Piştî paqijkirina aliyê rojhilatê penaber careke din vegeriyan malên xwe.
Li gor agahiyên peyamnêrê Ajansa Anadoluyê rojane 500 malbat bi kamyon û otobêsan berê xwe didine cihûwarên xwe ku ji ber şer terka wan kiribûn.
Yek ji berpirsê kampan û penaberan fermandeyê Pêşmerge General Eyad Mihemed Salih, ji peyamnêrê AAyê re diyar kir ku vegera xelkê bo malên xwe 2 meh in dest pê kiriye û karwanê 19emîn jî ketiye rê.
Salih got: "Halê hazir hezar malbat ji bo vegerê amade ne. Divê em bêjin ku vegera wan ne bi zorê ye. Ew bi biryara xwe û bi îradeya xwe dixwazin herin malên xwe."
Berpirsê penaberan destnîşan kir ku ew pêvajoyê bi hevkariya Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê dimeşînin. Dema ku penaberan xwest vegerin tên navê xwe dinivîsin, ew di nava 24 seetan de wan agahdar dikin ku xwe hazir bikin û piştre dikevin rê.
Penaberên ku li herêmên ewle yên di bin desthilata Pêşmerge de yên wek Kampa Xazir, Hesen Şam û yên din kêfxweşiya xwe ji bo vegerê anîn ziman.
Koçberê bi navê Casim Xelefê ji taxa Semahê sê meh in li Kampa Xazirê dimîne, bo AAyê wiha axivî:
"Ez gelekî kêfxweş im ku îro vedigerim mala xwe. Ez diçim nav dost û nasên xwe. Ev sê meh in ez ji ber şerê li dijî DEAŞê ji wan dûr ketibûm."
Casim Xelef behsa taxa xwe kir û got mala wî xera nebûye û eşyayên wî jî saxlem mane.