Metin Mutanoğlu
20 Sibat 2017•Rojanekirin: 21 Sibat 2017
MUNÎH - METİN MUTANOĞLU
Serokwezîr Bînalî Yildirim, diyar kir ku divê PYD û Kurd bi hev re neyên bilêvkirin û got: "Kurdan û PYDê tevlihev nekin. Kurd nifûsa nîştecih a Sûriyê ye. Li Sûriyê heqê hemû pêkhateyan ê gotinê heye. Ereb, kurd, tirkmen, êzidî, nuseyrî li Sûriyê hene. Ev hemû şirîkên wî welatî ne. Xwedî gotin in. Tenê bi şertekî ku divê unsûrekî terorê nebin."
Yildirim, di çarçoveya 53emîn Konferansa Ewlehiya Munîha Almanyayê bi rojnamevanan re kombû û cewaba pirsên rojevê da.
Serokwezîr der barê konferansa li Moskovayê ya li ser Kurdan tê çêkirin wiha axivî:
"Çi konferansê çêdikin bila çêkin. Ji bo me PYD rêxistineke terorî ye. Kurdan û PYDê tevlihev nekin. Kurd nifûsa nîştecih a Sûriyê ye. Li Sûriyê heqê hemû pêkhateyan ê gotinê heye. Ereb, kurd, tirkmen, êzidî, nuseyrî li Sûriyê hene. Ev hemû şirîkên wî welatî ne. Xwedî gotin in. Tenê bi şertekî ku divê unsûrekî terorê nebin. Ji bo me yekparçeyiya Sûriyê muhîm e. Lazim e PYD ji vê aloziyê firsendan bidest nexe. Hê modela rêvebirina Sûriyê ne diyar e. Dê modeleke rêvebiriya li gor tarîx û adetên Sûriyê pêk were. Modelek ji derve were sepandin nabe.
Herwiha li ser hebûna PYDê li başûrê Tirkiyê wiha pê de çû: "Tehdîda li ser me ji ku tê bila were, heqê me heye ku em berteref bikin. Mesela em operasyonê li ser bakurê Iraqê dikin. Rojava, rojhilat ferq nake. Taqîba germ heye. Tehdîd li ku be heqê me yê cewabê heye. Em ji mittefiqên xwe re dibêjin werin bi Tirkiyê re îş bikin ne bi PYDê re."