20 Sibat 2017•Rojanekirin: 20 Sibat 2017
DERA
Rejima Esed li Sûriyeyê binpêkirina agirbestê didomîne û jetên rejimê li bajarê Derayê li ser cihê sivîlan êrîşa asîmanî kir û di êrîşê da 4 sivîl mirin, 8 kes birîndar bûn.
Berpirsê çapemeniyê yê parastina sivîlên Derayê Nîbras Horanî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku jetên artêşê li bajarê Derayê, navçeya Nasîbê cihê mayînê bombebaran kir.
Horanî diyar kir, di êrîşê da 4 sivîl mirin, 8 sivîl birîndar bûn, gelek avahî hilweşiyan û xesar dîtin.
Horanî destnîşan kir, hêzên esed li Kabuna semtê Şamê û navçeya Harrestayê û li herêma Gûtaya Rojhilatê jî cihên mixalifan bombebaran kir.
Li Sûriyeyê di navbera rejim û mixalifan da bi garantoriya Tirkiye û Rûsyayê di 30 berfanbara 2016an da agirbest ketibû rewacê.
Li Astanaya paytextê Kazakistanê di 23-24ê rêbendanê da li ser Sûriyeyê civîn hatibû kirin û Tirkiye, Rûsya û Îran ji bo pêşî li binpêkirinên agirbestê werin girtin mekanîzmayeke sê alî çêkiribûn ku binpêkirinan bişopînin.