Hat ragihandin artêşa Amerîkayê û hevalbendên xwe li Sûriyeyê êrîşî 12 rafîneriyên neftê yên di destê DÎŞIyê de kirin.
Li gor daxuyaniya Fermandariya Navendî ya DYAyê, artêşa DYAyê bi hevkariya hevalbendên xwe li dijî DÎŞIyê operasyon kir û di operasyonan de li Sûriyeyê êrîşî 12 rafîneriyên neftê yên di destê DÎŞIyê de kirin.
Di êrîşê de balafirên şer û balafirên bêmirov hatin emilandin û li El-Mayadin, Ebû Kemal, Haseke û Dêrazorê li dijî 12 rafîneriyan êrîş hat kirin.