HELEB
Hat ragihandin pevçûnên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û DÎŞIyê 10 kîlomêtro dûrî li Kobaniyê berdewam dikin.
Rêvebirê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ê li Kobaniyê Enwer Mislim daxuyand ku DÎŞI li herêmê şerekî psîkolojîk dike û wiha got: "Hinek dibêjin ku DÎŞI ketiye Kobanêyê. DÎŞI neketiye Kobaniyê."
Mislim li bajarê Kobanêya Helebê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ev 6 mehe ku li herêmê bi DÎŞIyê re şer dikin û wiha axivî:
"Li cihên cuda ên Sûriyeyê di sala 2012an de komên radîkal wek Eniya Nûsrayê, Ahfadu'r-Rasul derketin holê û pişt re bûn DÎŞI. Ev 6 mehe ku em bi DÎŞIyê re şer dikin. DÎŞIyê ava me û ceyrana me birî. Destûr neda ku alîkariyên mirovî û derman bên Kobanêyê. Çek û malzemeyên ku ji 85 leşkerên Iraqê stend ve êrîşê me kir."
Mislim got ku li hember van êrîşan ew destûr nadin ku DÎŞI bikeve bajêr û wiha got: "Hinek dibêjin ku DÎŞI ketiye Kobanêyê. DÎŞI neketiye Kobanêyê. DÎŞI beriya ku bikeve Kobanêyê dixwaze gel çavtirsî bike û ji hêla psîkolojîk ve dixwaze wan têk bibe."
Mislim daxuyand ku ew hewl didin li ber DÎŞIyê bisekinin û wiha axivî:
"Ji bo ku DÎŞI li gundan qetlîamê neke gelek bajar hatin valakirin. Belê hin ciwanên me çûn Tirkiyeyê lê, piştî ku malbatên xwe gihandin Tirkiyeyê paş ve vegeriyan. Lê wek ku tê gotin ewqas zêde kes li der û dora kobaniyê koç nekir. Hêzên me yên li vir alîkariya gel dike. Dewlet li Parîsê civiyan û daxuyandin ku DÎŞI dijminê me hemûyan e. Heke wisa be werin em bi hev re li hember wan şer bikin."
-"DÎŞI li gundên der û dora Kobaniyê ye"
Berpirsyarê Pêwendiyên Derve yê Kobanêyê yê PYDyê Îbrahîm Kurdo jî rêvebiriya Beşer Esed û Koalîsyona Hêzên Şoreşker û Muxalif ê Sûriyeyê rexne kir û wiha axivî:
"Esed nikare hemû aliyan bîne li ba hev, Koalîsyona Hêzên Şoreşker jî. Me hewl da ku em li Rojavayê saziyeke nû ava bikin. Armanca me saziyeke mirovî ye û em hewl didin ku hemû aliyên Sûriyeyê bînin li cem hev."
Kurdo got ku DÎŞI li herêmê hemberê hemû dînan şer dike û wiha axivî:
"DÎŞI li Iraq û Sûriyeyê bi elewiyan û suniyan re şer dike. DÎŞI li hember mirovahiyê ye, bi xrîsyanan û kurdan re şer dike. Ev 6 mehe ku bi awayekî tund êrîşê kurdan dike. Hemû raya giştÎ ya navneteweyî qebûl dike ku DÎŞI rêxistineke terorê ye. Em li 7 kÎlomêtro derveyî bajêr bi DÎŞIyê re şer dikin. Komên kurd ên li herêmê li ber xwe dan û nehîştin DÎŞI pêş ve here. DÎŞIyê ji sedî 60 kontrola gundên li der û dora Kobanêyê bi dest xist. Gundiyan jî terka malên xwe kirin û gihîştîn herêmên bi ewlehî."