20 Sibat 2017•Rojanekirin: 21 Sibat 2017
CHICAGO
Bi boneya tijîbûna meha yekemîn a wezîfeya Serokê DYAyê Donald Trump, li Chicagoyê xwepêşandan hat lidarxistin.
Xwepêşandan li navenda bajêr li ber Trump Towerê dest pê kir û herwiha bi hezaran kes beşdar bûn.
Di protestoyê da xwepêşandêran wêneya jina ku serê wê bi alaya DYAyê niximandî ye ya ku di vê axiriyê da li DYAyê bûye sembola xwepêşandanan û pankartên wekî "Trump ne serokê min e", "Trumpê di bin dîwarê ku dixwaze lê bike da bimîne", "Koçber û misilman hûn bixêr hatin", bilind kirin.
Di xwepêşandanê da polêsên siwarî û yên bi duçerx jî wezîfe kirin û herwiha protesto bê bûyer belav bû.