03 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2020
Li Iraqê tê îdiakirin ku hemû hêzên şekdar ji Şengala navçeya Mûsilê derketine lê çavkaniyên ewlehiya Tirk ragihandin ku ew awayek baldar rewşê dişopînin û derketina terorîstan a ji herêmê hê jî piştrast nekirine.
Berdevkê Fermandariya Operasyonên Muşterek ya Iraqê Tahsîn Hafacî daxuyaî da ajansa nûçeyan a fermî û got: "Li gor peymana ku di navbera rêveberiya navendî û Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) da hat kirin li Şengalê kontrol û ewlehî wê di destê hêzên federal da be."
Hafacî destnîşan kir ku polêsên federal ên girêdayî rêveberiya navendî li navçeyê bi cî bûn û parêzvanên sînor jî li dervayê bajêr li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê bi cî bûn.
Berdevkê Iraqî di îdiaya xwe da got: "Hemû hêzên çekdar ji Şengalê derketin." û der barê şêwr û hevdîtinên bi PKKya rêxistina terorê hatin kirin da jî wiha pê da çû: "Fermandariya Operasyonên Muşterek ya Iraqê ji bo peyman bikeve rewacê û bingeha wê bê amadekirin bi komên girêdayî PKKyê ne ra hevdîtin kir û gelek hewl da. Fermandariya Operasyonên Nînovaya Rojava berpirsê dosyayên ewlehiyê yên Şengalê ye."
Çavkaniyên ewlehiya Tirk jî ragihandin ku ew awayek baldar rewşê dişopînin û derketina terorîstan a ji herêmê hê jî piştrast nekirine.