Dinya

Trump: "Îsraîl heke dest bide ser Şerîaya Rojava wê ji hemû piştgiriya Amerîkayê bêpar bimîne"

Hakan Çopur  | 23.10.2025 - Rojanekırın : 23.10.2025
Trump: "Îsraîl heke dest bide ser Şerîaya Rojava wê ji hemû piştgiriya Amerîkayê bêpar bimîne"

Washington DC

 Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da û got heke Îsraîl dest bide ser Şerîaya Rojava ya dagirkirî, wê ji hemû piştgiriya Amerîkayê bêpar bimîne.

Serokê Amerîkayê Trump bi kovara Timeê ra hevpeyvîek kir û dengdana dawî ya parlamentoya Îsraîlê ya li ser Şerîaya Rojava nirxand.

Dema ku ji Trump hat pirsîn heke hikûmeta Binyamîn Netanyahu ya li Îsraîlê ji bo destdayîna ser Şerîaya Rojava gavan bavêje wê çi bibe, wî wiha bersiv da: "Ev yek wê çênebe, ev yek wê çênebe. Ji ber ku min soz da welatên Ereb ev yek wê çênebe. Hûn nikarin niha vê yekê bikin. Heke tiştekî wiha çêbibe, Îsraîl wê ji hemû piştgiriya Amerîkayê bêpar bimîne."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın