Dinya

Di êrîşên esmanî yên ku Îsraîlê birin ser herêma Beqaayê ya Libnanê da 2 kes hatin kuştin

Ethem Emre Özcan  | 23.10.2025 - Rojanekırın : 23.10.2025
Di êrîşên esmanî yên ku Îsraîlê birin ser herêma Beqaayê ya Libnanê da 2 kes hatin kuştin

Beyrut

 Artêşa Îsraîlê digel agirbestê êrîşên esmanî birin ser hin deverên herêma Beqaayê ya Libnanê û di êrîşan da 2 kes hatin kuştin.

Li gor nûçeya çapemeniya Libnanê, balafirên Îsraîlê li herêmên gundewar ên Beqaayê hin dever kirin hedef.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê hat dayîn, li herêma Beqaayê devera Baalbekê li gor tesbîtên ewil di êrîşan da 2 kes hatin kuştin.

Ji aliyê din va di vîdeoyên ser medyaya civakî da hat dîtin ku piştî êrîşên esmanî yên Îsraîlê ji gelek deverên Beqaayê dû rabû.

Artêşa Îsraîlê jî daxuyaniya nivîskî da û êrîş piştrast kir.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Kampa perwerdeyê û tesîsa hilberîna moşekan a hesas a Hizbullahê" di serî da hin hedef hatin bombekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.