Dinya

Tirkiye di nav da 15 welatan, Yekîtiya Ereban û Teşkîlata Hevkariya Îslamê bi tundî Îsraîl şermezar kirin

Can Efesoy  | 24.10.2025 - Rojanekırın : 24.10.2025
Tirkiye di nav da 15 welatan, Yekîtiya Ereban û Teşkîlata Hevkariya Îslamê bi tundî Îsraîl şermezar kirin

Ankara

 Tirkiye jî di nav da 15 welatan, Yekîtiya Ereban û Teşkîlata Hevkariya Îslamê (THÎ) bi tundî şermezar kir ku Îsraîlê qanûnên ku li Şerîaya Rojava qaşo "desthilatdariya Îsraîlê" lêferz dike pesend kir.

Tirkiye, Erebistana Siûdî, Urdinî Endonezya, Pakistan, Cîbutî, Umman, Gambiya, Filistîn, Qeter, Kuweyt, Lîbya, Malezya, Misir, Nîjerya, Yekîtiya Ereban û THÎyê daxuyaniyeke hevpar ya nivîskî da û bi tundî şermezar kir ku Îsrîalê du pêşnûmayên qanûnê yên ku li niştewarên dereqanûnî û Şerîaya Rojava ya dagirkirî qaşo "desthilatdariyê" lêferz dike pesend kir.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Parlamentoya Îsraîlê du pêşnûmayên qanûnê yên armanc dike ku li Şerîaya Rojava ya dagirkirî û niştewarên dereqanûnî qaşo 'desthilatdariya Îsraîlê' ferz bike pesend kir. Ev yek bi awayekî eşkere îxlalkirina hiqûqa navneteweyî ye û îxlalkirina biryara bi nimreya 2334 a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya ku hemû kirinên Îsraîlê yên bi taybetî armanc dike ku ji sala 1967an vir va Qudsa Rojhilat di nav da demografiya Filistînê biguherîne, nêrîna îstişarî ya Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (DEN) ya teyît dike ku avakirina niştecih û îlhaqkieina li Şerîaya Rojava teyît dike ye, em vê bi tundî şermezar dikin. Alî car din teyît dikin ku tu desthilatdariya Îsraîlê ya li ser axên Filistînê yên dagirkirî tune."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.