03 Sibat 2017•Rojanekirin: 03 Sibat 2017
WASHINGTON
Hat ragihandin ku rêvebiriya Donald Trump plana operasyona Reqqayê ya digel PKKê ku ji aliyê Serokê Berê yê Emrîkayê Barack Obama ve hatibû amadekirin "lawaz û kêm dîtiye" û loma jî ji rojevê derxistiye.
Li meqaleyeke di Washington Postê de belavbûyî hat behskirin ku şêwirmendên polîtîka derve yên Obama ew der barê çekdanîna PYD/PKKê qanih kirine û berî Obama ji ser qoltixê here xwestine vê planê bidin destpêkirin.
Li gor rojnameyê dema ku ekîba Trump jî xwestiye mudaxilî mijarê bibe Obama talîmat da ku bi raporekê mijarê tewsiyeyî Trump bikin. Di nav raporê de notên Obama yên ji bo qanihkirina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî hebûne.
Hat ragihandin ku rêvebiriya Donald Trump plan nexistiye îcaretê, "lawaz û kêm dîtiye" û loma jî ji rojevê derxistiye. Nirxandina rêvebiriya Trump li ser plana Obama bi awayê "têra xwe marjînal" "ji rîskê direve" û "Hema bêje sedî sed dê têk biçe" bûye.