Dinya

Trump got axaftina wî ya bi têlefonê ya bi Putîn ra pir baş derbas bû

- "Rûsya û Ukrayna wê tavilê ji bo agirbestê û ya girîngtir jî ji bo bidawîanîna şer wê dest bi mizakereyan bikin"

Islam Doğru  | 19.05.2025 - Rojanekırın : 19.05.2025
Trump got axaftina wî ya bi têlefonê ya bi Putîn ra pir baş derbas bû

New York

Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand ku axaftina wî ya bi telefonê ya bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ra pir baş bû û anî ziman ku mizakereyan di navbera Rûsya û Ukraynayê da wê heman dest pê bikin.

Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Truth Socîalê der barê axaftinê da daxuyaniyek da.

Trump wiha got: "Min axaftina xwe ya bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ra ya du saetan temam kir. Ez wisa bawer dikim ku pir baş derbas bû. Rûsya û Ukrayna wê tavilê ji bo agirbestê û ya girîngtir jî ji bo bidawîanîna şer wê dest bi mizakereyan bikin."

Trump wiha dewam kir: "Ruh û tona axaftinê nuwaze bû. Heke wisa nebûya ne ku paşê, min ê niha gotiba."

Trump destnîşan kir ku Rûsya dixwaze piştî ku ev karesat ya "gola xwînê" ji holê rabe, ew bi Amerîkayê ra bazirganiyeke mezin bike û ew jî bi vê yekê razî ye.

Trump got ev bazirganî ji bo Rûsyayê wê derfeteke baş a kar û dewlemendiyeke mezin pêk bîne û di heman demê da Ukrayna jî wê bikaribe ji bo ji nû va avakirina welêt gelekî sûd werbigire.

Trump anî ziman piştî axaftina xwe ya bi Putîn ra di serî da Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy wî agahî daye serokên Ewropayî.

Trump daxuyand Vatîkana ku ji hêla Papa Leoyê 14emîn va tê temsîlkirin jî gelekî dixwaze mazûvaniya mizakereyan bike û wiha got: "Bila pêvajo dest pê bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.