Abdullah Tel
24 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2018
HEWLÊR
Serokwezîrê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku teror û radîkalîzebûn tehdîdeke gerdunî ye û wiha pê da çû: "Ew kesên ku li gor berjewendiyên xwe dîn diemilînin niha jî li ser navê Îslama pîroz terorê dikin."
Barzanî di Kongreya Yekîtiya Alimên Dîn ên Herêma Kurdistanê ya 6emîn da axivî û der heqê êrîşa li ser Walîtiya Hewlêrê hat kirin da got: "Di êrîşa duh da xebatkarekî xiristiyan ê walîtiyê can da. Serê malbata wî welatiyê me sax be û ji kesên birîndar ra jî derbasî be."
Di axaftina xwe da Barzanî ji bo rê li ber îdeolojiya terorê bê girtin qala girîngiya aliman kir û ragihand ku divê hişyariyên aliman ên di mijara radîkalîzebûnê da baş bên fehmkirin û li ser wan bê sekinîn.
Barzanî armanc û hedefên DEAŞa rêxistina terorê ya ku li herêmê dixwaze îstiqrar û çanda jiyanê serobin bike bi bîr xist û wiha pê da çû: "DEAŞ ji sala 2014an vir va gelek aliman şehîd kir. Mensûbên her baweriyî kuşt. Deverên pîroz wêran kir. Di têkoşîna li hemberî vê rêxistinê da divê bi berpirsyariyeke hevpar xebat bên kirin. Yekîtiya Alimên Dîn ên Herêma Kurdistanê her gav ji bo xurtkirina vê çanda bihevra jiyînê, piştevaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê û miletê wê kiriye. Tevgera wan mirov dilxweş dike."
Barzanî got ku ew wekî hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parastina mafên aliman wê hewl bidin.