Nihat Kavşut
24 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2018
ANKARA
Li Filipînê Pêşnûmaya Qanûnê ya Organîk ya Bangsamoroyê ku xweseriyeke berfireh dide giravên derdora eyaleta Mîndanaoyê ku piranî Misilman lê dijîn li Meclisa Nûneran hat qebûlkirin û pêşkêşî Serokê Dewletê Rodrîgo Duterte kirin.
Li gor nûçeya Phil Stara çapemeniya herêmî ya Filipînê Pêşnûmaya Qanûnê ya Organîk ya Bangsamoroyê ku xweseriyeke berfireh dide giravên derdora eyaleta Mîndanaoyê ku piranî Misilman lê dijîn li Meclisa Nûneran hat qebûlkirin û pêşkêşî Serokê Dewletê Rodrîgo Duterte kirin.
Pêşnûmaya "Herêma Xweser ya Bangsamoroyê" piştî îmzeya Duterte wê bikeve rewacê.
Li Filipînê Eniya Rizgariya Îslamî ya Moroyê ku li hember rêvebiriya navendî ya Filipînê derketibû û di şerê 40 salan dewam kir da 120 hezar hatin kuştin di 27ê Adara 2014an da bi rêvebiriya navendî ra Peymana Aştiyê ya Berfireh ya Bangsamoroyê îmze kiribû.