Abdullah Tel
24 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2018
ANKARA
Serokê Sererkaniya Îranê Tumgeneral Mihemmed Baqirî diyar kir ku berjewendî û baregehên Amerîkayê yên li herêmê di menzila hedefa Îranê da ne.
Baqirî li ser gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump ê ku Îranê ji xwe ra kiribû hedef wek bersiv daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya xwe ya nivîskî da Baqirî got: "Îran li hemberî her tehdîtê wê bersiv bide. Ew neyar û bi taybetî jî Amerîkaya ku navendên li bi cih bûne û berjewendiyên wan di menzîla hêzên çekdar ên Îranê da ne ji bo ku li herêmê û dinyayê rastî bersiveke pir berfireh a ne mimkûne ku xeyal bikin neyên, divê bi qemçika şêr neleyîzin."
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî du roj berê daxuyanî dabû û ji bo rêveberiya Amerîkayê ya ku li hemberî welatê wî polîtîkayên kirdariyê dixwaze bike rewacê gotibû "Bi qemçika şêr neleyîzin" û wan wisa hişyar kiribû. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî di peyama xwe ya ji ser hesabê xwe yê Twîtterê weşand da xîtabî Rûhanî kir û got: "Careke din Amerîkayê tehdît neke lewra tuyê di dîrokê da rastî encamên ku gelek kêm kesan dîtiye ra rû bi rû bimînî."
Rêveberiya Washîngtonê ya di bin serokatiya Trump da di 8ê gulanê da ji peymana nukleerê ya bi Îranê ra vekişî û niha amadehiyan dike ku ji sermawezê pê va li hemberî nefta wê sepandinan bike rewacê.