Abdullah Tel
24 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo got ku Ewropa ji terorîzma Îran piştgiriya wê dike bêpar nîne.
Pompeo di parvekirineke ji ser hesabê xwe yê Twîtterê da "dîplomatekî" Îranî yê ku li Viyanayê vê mehê ji ber plana êrîşeke bombeyî ya li Fransayê dihat sûcdarkirin bi bîr xist û got: "Ewropa ji terorîzma piştgirê wê Îran e bêpar nîne. Rejim ji aliyekî va hewl dide ku Ewropa dev ji peymana bi Îranê ra bernede û ji aliyê din va jî ji bo êrîşên terorê yên li Ewropayê planan dike."
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê ragihand ku rejima Îranê li ser gelê xwe, dinya û Ewropayê bandor kir û got ku êdî dem ew dem e ku bi niyeta xerab a rejima Îranê ra rû bi rû bibin.