Muhammet Kurşun
01 Nîsan 2017•Rojanekirin: 03 Nîsan 2017
PARÎS
Li paytextê Fransayê Parîsê komeke ji sedan kesî pêkhatî ji ber îşxala axa Filîstînê Îsraîl protesto kirin, komeke alîgirê Îsraîlê jî êrişî peyamnêra AAyê kir.
Bi organîzasyona nêzî komeleyan ji bo piştgiriya Filîstînê û protestoya îşxala Îsraîlê li Parîsê mitîngeh hat lidarxistin.
Di heman demê de komeke alîgirê Îsraîlê jî li cihekî nêzîk xwepêşandana li dij kir.
Peyamnêra AAyê Hacer Mitrî dema ji bo kişandina fotografan nêzîkî alîgirên Îsraîlê bû rastî êrişê hat.
Mitriyê nasnameya xwe ya rojnamevaniyê nîşanî polêsan da û ji bo kişandina xwepêşandana alîgirên Îsraîlê ber bi wî aliyî ve çû, di kêliya kişandina fotografan de xwepêşandêrekî alîgirê Îsraîlê ew kişand û xwest bixe erdê.
Xwepêşdandêrê alîgirê Îsraîlê li ber çavên polêsan xwest Mitriyê bixe erdê û lê bixe, ji heman komê gelek kesan jî alî xwepêşandêr kir.
Polêsan mudaxeleyî êrişkaran nekir û bi zorê Mitrî ji wê herêmê dûr xist. Digel ku Mitriyê gilî kir jî polêsan der heqê êrişkaran de tu miamele nekir
Mitriyê jî diyar kir ku ew rastî heqaretên êrişkarên fizîkî jî hatiye û dê dozê veke.